Kanala ROJAVA TV

NERAZÎBÛNÊN LI HEMBER TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO ZÊDETIR DIBIN

Rûspiyê Eşîra El welda Remedan El Rehal diyar kir ku Rêber APO ji ber fikrê xwe yê azad hate dîlgirtin.
Her wiha endamê nivîsgeha têkiliyên leşkerî Deham El Şiblî jî tekez kir ku heta dawiyê ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO têbikoşin.

Dewleta Tirk a dagirker her ku diçe tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan girantir dike. Ji adara sala 2021’ê ve ti agahî ji Rêber APO nayên wergirtin.

Li hember girankirina tecrîdê her ku diçe bertek zêdetir dibin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO tê kirin.

Li seranserî cîhanê ne bi tenê gelê Kurd, lê belê pêkhateyên cuda jî ji bo azadiya Rêbertî di nava têkoşînê de ne.

Rûspiyê Eşîra El welda Remedan El Rehal diyar kir ku Rêber APO ji ber fikrê xwe yê azad hate dîlgirtin.

Her wiha endamê nivîsgeha têkiliyên leşkerî Deham El Şiblî jî tekez kir ku heta dawiyê ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO têbikoşin.

Di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, li seranserî cîhanê gelek çalakî tên lidarxistin û daxwazên azadiya fîzîkî ya Rêber APO mezintir dibin.