TÎMÊN REWŞÊN AWARTE HETA NIHA NÊZÎ 200 REWŞÊN ŞEWATÊ KONTROL KIRINE
Tîmên rewşên awarte yên li kantona Reqayê, ji destpeka sale heta niha nêzî 200 rewşên şewata zeviyên genim û ceh ên gundewarên Reqayê vemirandine.
Hejmara alavên vemirandina agir, beriya destpêkirina demsala çinînê bi mehekê hat zêdekirin û ji bo parastina berhemên xelkên deverê li hemû xetên kantona Reqayê, hatin belavkirin.
Tîmên rewşên awarte li kêlek cotkar, hêzên parastina civakî û welatiyan, ji bo rê li ber girtina şewatê di 24 seatan de di nava amadebaşiyê de ye.
Rêveberê beşa noqteyên parastina zeviya di Tîmên rewşên awarte yên kantona Reqayê Macid El Uşir destnîşan kir ku Tîmên wan di nava 24 seatan de di tevgerê û li li her çar aliyên kantonê belav bûne.
Macid El Uşir da zanîn ku Tîmên rewşên awarte di vê salê de û heta niha 193 şewat kontirol kirin e û ji her kêliyê re amade ne ku xeteriyê li ser jiyana mirov û şewata zeviyan kêm bikin.
Tîmên rewşên awarte li Reqayê ji bo vemirandina hemû cureyên şewatan kar dike û tîmeke pizîşkî ji bo alîkariyên pêşîn û tîmeke binav ya pir amade ye ku bi awayekî rêkûpêk li ser çemê Firatê amade ye.