Kanala ROJAVA TV

TIFAQA GELAN Û JINAN JI BO AZADIYÊ’ LI TAXA TEY A QAMIŞLO ŞAHIYEK LI DAR XIST

Duh li taxa Tey a bajarê Qamişlo ‘Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê’ der barê propagandaya hilbijartinê de şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de bi dehan xelkê taxa Tey a Qamişlo, endamên Kongra Star, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) beşdar bûn.

Şahî li komîngeha Şehîd Orhan hat lidarxistin.

Namzetên Tifaqê yên şaredariya bajarê Qamişlo xwe dan nasîn û bernameya xwe ya hilbijartinê aşkera kirin.

Şahî bi gerandina dîlana azadiyê bi dawî bû.