Kanala ROJAVA TV

KNK’Ê BI ŞAHIYEKÊ SALVEGERA DAMEZIRANDINA XWE LI QAMIŞLO PÎROZ KIR

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê bi şahiyekê salvegera damezirandina xwe ya 25’an li Qamişlo pîroz kir.

Di şahiyê de banga yekrêziya navmala Kurdî hate kirin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê bi boneya salvegera damezirandina xwe ya 25’an şahiyek li bajarê Qamişlo li dar xist.

Nûnerên ji Rêveberiya Xweser, Kongra Star, rûspî, kesayetên civakî û rewşenbîr beşdarî şahiyê bûn.

Di destpêka şahiyê de axaftin hatin kirin û nîqaşa axêveran li dora yekrêziya navmala Kurdî û avakirina helwesteke yekgirtî bû.

Beşdarên şahiyê banga lidarxistina kongreyeke neteweyî ku temamê aliyên Kurdî li xwe bigre, kirin.

Piştî bidawîbûna nîqaşan û dayîna semîneran, hunermenên Kurd stranên xwe yên neteweyî pêşkêş kirin û beşdaran jî dîlana kurdewariyê gerandin.