Kanala ROJAVA TV

XWENDEKARÊN PEYMANGEHA RAGIHANDINÊ PROJEYÊN DERÇÛNÊ PÊŞKÊŞ KIRIN

Xwendekarên Peymangeha Bilind a Ragihandinê yên Zanîngeha Rojava projeyên xwe yên derçûnê pêşkêş kirin.
Her xwendekarek babetek hilbijartiye, lê xala ku tevan dighîne hev, projeyên wan li ser rewşa medyayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Nifşê duyemîn yê xwendekarên Peymangeha Bilind a Ragihandinê yên Zanîngeha Rojava, projeyên xwe yên derçûnê pêşkêş kirin.

Her xwendekarekî an jî xwendekarekê babetek hilbijartiye, lê xala ku tevan dighîne hev, foksa geriyan û lêkolana wan li ser rewşa medyayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Ji aliyê rêveberiya peymangehê ve jî komîteyek hatiye avakirin û projeyên xwendekaran yên teorî û pratîkî li gor pîvanên zanistî dinirxîne.

Xwendekarên ku projeyên xwe pêşkêş kirin, ji Rojava TV re behsa naverokên babetan û hestên xwe kirin.

Piştî nirxandina encaman dê asta serkeftina xwendekaran were diyarkirin ku dê piştre di damûdezgehên ragihandinê de bixebitin.

Peymangeha Bilind a Ragihandinê sala 2020’ê hate avakirin û sala derbasbûyî grûpê yekemîn jê der çû.