ÇALAKIYA KONVEDANÊ YA HELEBÊ DI ROJA XWE YA 2’AN DE DEWAM DIKE
çalakiya Konvedanê ya helebê ku bi armanca azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin, di roja xwe ya 2 an dewam dike .
Di roja 2 an a çalakiyê de Endamên Kongra Star, Malbatên Şehîdan,Hêzên leşkerî û xelkên helebê, amade bûn .
di bin konê çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku cezayê qedexekirina hevdîtina bi rêber Apo re li dijî pîvanên navdewletî ne .
her wiha ji bo azadiya rêber Apo tekezî bi bilindkirina asta têkoşîn û berxwedaniyê hate kirin .
biryare sibe çalakiya konvedanê bi dawî bibe .