LI REQAYÊ PROPAGANDEYA HILBIJARTINÊN ŞAREDARIYAN DEST PÊ KIR
Hevbendiya Gelan û Jinan a ji bo Azadiyê ku gelek partî û rêxistinên jinan ên Reqayê di nav de ne, ji bo destpêkirina propagandeya hilbijartinê ji bo namzetan şahiyek li dar xist.
Şahî li stadyuma giştî ya li navenda kantona Reqayê bi amadebûna 21 namzetan û hejmarek ji nûnerên saziyên sivîl, hat organîzekirin.
di şahiyê de li ser navê Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê û Partiya Sûriyeya Pêşerojê axaftin hate kirin û tê de hat diyarkirin ku hilbijartinên seretayî û hevbendiya di navbera partî û rêxistinan bi kêfxweşî ji aliyê gelên herêmê ve hat pêşwazîkirin.
Pîrozbahî bi gerandina govendên gelerî û gotina stranan bi dawî bû.