Kanala ROJAVA TV

LI KANTONA CIZÎRÊ WELATÎ Û HPC’Ê JI BO PARASTINA ZEVIYAN DI NAVA TEVGERÊ DE NE

Li Kantona Cezirê hêzên parastina civakî HPC’ê bi alikariya şarederiya gel û 24 tîmên agirkujê bi rihekî komînel di nav tevgerê dane, ta ku rê li pêşiya şewatê bigrin û passtina zeviyên gelê xwe bikin.

Îsal zivistaneke baş derbas bû, bi vê yekê re mûsimeke baş ji bo herêmê hat berhemdan.

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî gel, cotkar û rêberiya xweseiya li hêvîyên berhemdanê bûn.

Lê çotkar di nav metirsiyê de dijîn, ku careke din zeviyên wan bi agirê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bişewitin.

li hember vê yekê, bi rihekî komînal hêza parastina civakî, tîmên agirkujê, kesên welathez û tîmên rewşên awerte bi şev û roj parastina çandiniyê dikin.

Endamê Hêzên Parastina Civakî HPC’ê Fesîh Osman got ku îsal ji bo rê li ber girtina şewatê wan gelek amadekarîyên xwe kirine.

ji aliyê xwe ve rêveberiyê Hêzên Parastina Civakî ya bajarê Amûdê Mihemed Hisên got ku dora 12-14 bendên wan ên sabit û 4 dewreyên gerok bê naber di nava zeviyan di tevgerê de ne .

li gorî desteya çandinî û avdanê li kantona cezîrê mîlyonek û 852 hezar û 415 donimê genim û 12 hezar û 519 donim ceh hatiye çandin.

ofîsa agirkujî ya kantona cizîrê ragihand ku 42 erebyên agirkujê ji bo rê li pêşiya şewatê bigre di nava tevgerê de ne.