BERTEKÊN LI DIJÎ BIRYARA ”DOZA KOBANÊ” ZÊDETIR DIBE
Li hember biryara “Doza Kobanê” Berpirsiyarê Ofîsa Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê A Efrîn-Şehbayê Mihemed Nedîm got ku desthilata AKP’ê ne carê yekê ku siyasetmedarên kurd ceze dike, ew her kesê semboliya doza azadiyê radike hedef digire.
Li Herêma Bakur Û Rojhilatê bi taybet û li cîhanê bi giştî bertekên li hemberî biryara ”Doza Kobanê” xurtir û bi hêrstir dibin.
di 16’ê Gulanê de dadgeha AKP’ê û MHP’ê di bin navê Doza Kobanê de 108 siyasetmedar, hiqûqnas, çalakvan û Rojnamevan bi cezayên giran darizandin.
Di wê çarçoveyê de, Berpirsê Ofîsa Rêxistinî ya Partiya Suriya Pêşerojê a Efrîn – Şehba Mihemed Nedîm got ku desthilata AKP’ê ne carê yekê ku siyasetmedarên kurd ceze dike, ew her kesê semboliya doza azadiyê radike hedef digire.
Mihemed Nedîm bang li her çar parçeyên kurdistanê kir ku li hember vê doza kobanê rabin ji ber ku doza kobanê doza rûmetê ye.
çavdêr dibînin ku desthilata akp’ê û mhp’ê bi biryara doza kobanê xwesetin doza kurdan bi tevahî ji holê rakin û xwe ji kirîza aboriya hundirîn xilas bikin.