HEVBENDIYA GELAN Û JINAN JI BO AZADIYÊ LI KOBANÊ BERNAMEYA XWE AŞKERE KIR
Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo azadiyê li bajarê Kobanê bi şahiyekê dest bi propagandaya namzetên xwe yên ji bo wergirtina postên hevşaredariyê kir.
Şahiya hevbendiyê bi beşdariyeke mezin li qada Şehîd Egîd ya li naverasta bajêr hate lidarxistin.
Di şahiyê de namzetên hevşaredariyê yên kantona Firatê derketin ser dikeyê û ji gel re behsa bername û projeyên xwe kirin.
Hevbendiyê ji welatiyan xwest ku roja 11’ê Hezîranê biherikin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bi kar bînin.
Beriya niha Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo azadiyê hilbijartinên navxweyî li dar xistin û namzetên xwe yên hevşaredariyê destnîşan kirin.