Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ DEST BI AMADEKARIYÊN BELAVKIRINA MAZOTA ZIVISTANÊ HATE KIRIN

Nivîsgeha germkirinê ya girêdayî gerînendeya sotemeniya kantona Reqayê ji bo belavkirina mazota germkirinê, dest bi xebatên çêkirina belgeyan kiriye.
Gerînendeya Sotemeniya Reqayê bi hemahengiya Encûmenên Gel , dest bi kontrolkirina daneyên malbatan ên ku ji aliyê Nivîsgeha Pilansazî û Serjimariyê ve hatine wergirtin, kir
Piştî ku Gerînendeya Sotemeniya Reqayê kontrolkirina daneyên malbatan bidawî bike, dê ji wan malbatan re kartên lêzerî yên belavkirina mazotê derbixîne.
Gerînendeya Sotemeniya Reqayê da zanîn ku tijîkirina sotemeniyê bi awayekî dilxwaziye û her kes dikare piştî wergirtina karta xwe, ji benzîxaneyên bajêr dagire