Kanala ROJAVA TV

NAVENDA LÊKOLÎNÊN JINEOLOJIYÊ DU PIRTÛKÊN NÛ DERXISTIN

Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Tebqayê du pirtûkên ku tê de li gorî teoriya Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêkên jinan di hemû qadên jiyana civakî, aborî, çandî û siyasî de analîz dike, derxistin.
Her du pirtûkên derketî encameya şopandin û lêkolînên Akademiya Jinolojî, li ser çareseriyên guncaw ji bo hemû mijarên girêdayî jinan in.
Pirtûk bi zimanên Kurdî û Erebî hatine çapkirin, û dê li hemû deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên belavkirin
Navenda Lêkolînên Jineolojî xebatên lêkolînê li ser pirsgirêkên jinan dike, da ku hemû edaleta civakî pêk were.