Kanala ROJAVA TV

KOÇBERÊN EFRÎNÎ BI MEŞEKÊ TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO ŞERMEZAR KIRIN

Ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya rêber Apo ya fîzîkî insiyatîfa gel li Şehbayê meşek li dar xist.
Meşê li ser riya gundê Kefer Garês ya girêdayî navçeya Ehdas dest pê kir û li ber şaraderiya gundê Til Sosînê veguherî mîtîngê.
Di meşê de axaftin li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan û Insiyatîva Gel a ji bo Azadiya Rêber Ocalan hat kirin û tê de banga bilndkirina asta têkoşînê hat kirin.
Meşvanan tekez kirin ku ew ê heya pêkanîna azadiya rêbertî di nava çalakiyan de bin.