NÛNERÊN EŞÎRÊN HERÊMÊ TEKEZÎ LI SER PARASTINA PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER KIRIN
Komcivîna 2’emîn a eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê hate lidarxistin.
Di komcivînê de tekezî li ser parastina projeya Rêveberiya Xweser û piştevaniya QSD’ê hate kirin.
Di nava nîqaşên germ, dîyalog û vedîtina rêbazên çareseriyê de, komcivîna duyemîn ya eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin.
Ji kantona Efrîn û Şehbayê ta bi Reqa, Dêrazor û Dêrika Hemkoyê zêdetirî 5 hezar nûnerên eşîran li hev kom bûn û nêrînên xwe bi hev re parve kirin.
Di komcivînê de pirsên siyasî, ewlehî, aborî û jiyanî hatin nîqaşkirin. Her wiha tekezî li ser dîyaloga Sûrî- Sûrî hate kirin.
Di nava gengeşe û danûstandinên komcivînê de başkirina rewşa herêmê, mayîndekirina ewlekariyê û rizgarkirina herêmên dagirkirî rojevên herî sereke bûn.
Di encamnameya komcivînê de tekezî li ser parastina projeya Rêveberiya Xweser, piştevaniya ji bo QSD’ê û geşkirina rewşa herêmê hate kirin.