PARKA JINAN A REQAYÊ JI BO TEVAHÎ JINAN BÛYE CIHÊ BÊHINVEDANÊ
Kamêreya Rojava Tv serdana parka jinan a bajarê Reqayê kir û beşdarbûna mezin a gel bo parkê şopand.
Parka Jinan li taxa zindana El Ehdas a bajar e û ev yekem park e ku ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbiya bi hevkariya Şaredariya Gel a Reqayê di 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hatiye vekirin .
Ev park ji bo tevahî jinên Reqayê bûye cihê bêhinvedanê .
Xelkên Reqayê gotin ku atmosfera Parka jinan xweş û aram e û bang li gel kirin ku li paqijiya barkê miqate bin .