LI REQAYÊ EZMÛNÊN REFÊN 9 Û 12’AN DEST PÊ KIR
Li dibistanên Reqayê ezmûnên refên 9 û 12’an dest pê kirin .
Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê, Hezar û 148 xwendekarên Refên 12 an û 54 xwendekarên refên 9 an dikevin ezmûnan.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê diyar kir ku wan navendên Ezmûnan bi hemû hewcedariyan amade kirine .