YEKITIYA JINÊN SURYAN LI SÛRIYÊ 5 EMÎN KONGREYA XWE LI DAR XIST
Yekitiya Jinên Suryan li Sûriyê 5’emîn Kongreya xwe bi beşdariya 250 delegeyan li dar xist.
Kongr di bin diruşmeya “ji bo avakirina jiyanek azad û demokratîk Jin hêza guhertinê ye” li hola Komeleya Xêrxwaziyê ya ermeniyan li Qamişlo, hate lidarxistin .
250 delege, Berdevka Kongra Star Rêhan Logo, endamên Koordînasyona Jinan a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên Rêveberiya Xweser beşdarî kongreyê bûn.
Di kogreyê de axaftin hatin kirin û bal hate kişandin ser parastina destkeftiyên hemû jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û domandina têkoşîna wan .
Piştre li ser dîroka jinên Suryanî û destpêka damezrandina Yekîtiya Jinên Suryanî li Sûriyê, sonivîsyonek hate pêşandan .