BI ARMANCA AZADIYA RÊBER APO LI HELEBÊ PANELEK HATE LIDARXISTIN
Meclisa Malbatên şehîdan a Helebê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Panelek li dar xist .
panel bi amadebûna Endamên PYD, Meclisa Malbatên Şehîdan, partiyên siyasî û kesayetên serbixwe, hate lidarxistin .
di panelê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku bi azadiya rêber Apo re dê tevahî pirsgirêk werin çareserkirin .
her wiha hate destnîşan kirin ku ji bo azadiya Rêber Apo divê asta têkoşîn û berxwedaniyê bilind bibe .
Panel bi dirûşmên silavkirina Rêber Abdullah Ocalan û azadiya rêbertî ya fîzîkî bi dawî bû.