Kanala ROJAVA TV

CIVÎNA YEKÎTIYA NÎŞTIMANÎ YA EŞÎR Û PÊKHATEYÊN SÛRIYEYÊ BI ENCAMNAMEYEKÊ BIDAWÎ BÛ

Duyemîn civîna Yekîtiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê ku bi dirûşma “Ji bo Sûriyeyeke yekgirtî û nenavendî, diyalog, ewlekarî, avakirin” li Hesekê pêk hat, bi encamnameyekê bidawî bû.

Di Encamnameya ku ji 10 xalan pêk tê hate gotin ku Bi aştî û diyalogan ew dikarin têkiliyên baş bi gelên herêmê û welatên din re ava bikin.

Her wiha Rijandina xwîna sûriyeyiyan bi destê sûriyeyiyan heram e.

têkoşîna li hemberî terorê girîng e û Ew nîjadperestiya li ser esasê neteweyî, olî û zayendîperestiyê red dikin.

Her wiha Bi nirxên demokrasî, mafên mirovan û azadiya welatiyan bawerin û Sûriye welatekî yekbûyî yê nenavendî ye, têra hemû pêkhateyên wê dike.

Têkilkdarî kesên destê wan di qetilkirina sûriyeyiyan de tune ye, ji bo efûyeke giştî kar were kirin, dûvre tevli civakê bên kirin.

Li gorî derfetên li ber dest û li gorî pêwîstiyan xizmetên jiyanî yên rojane werin pêşxistin.

Mijara koçberên li kampan û komên din ên ku dixwazin vegerin warê xwe li ber çavan were girtin.

Bi hemû rêbaz û derfetan li dijî madeyên hişbir ku li ser siberoja gelê Sûriyeyê xeteriyê çêdikin, têbikoşin.