Kanala ROJAVA TV

JINÊN KONGRA ISLAMA DEMOKRATÎK KAMPANYAYA PAQIJIYÊ DEST PÊ KIRIN

Meclîsa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk bi dirûşmeya ”Jîngeha me pêşîniya me ye” bi armanca pêşxistina çanda paqijî û parastina hewirdorê, kampanyek paqijiyê destpêkir.
Di kampanyaya paqijiyê de bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo, endamên Meclisa Jin, endamên Kongra Îslama Demokratîk, Heyva Sor, saziyên rêveberiya xweser, rêxistinên mirovî, şîrketên hevpar û xelkên herêmê beşdar bûn.
Kampanya paqijiyê ji ber avahiya Kongra Îslama Demokratîk destpêkir û heta çerxreya Xelic ya naverasta bajêr dewam kir.
piştre, wê li Hesekê, Dêrik û Terbespiyê were destpêkirin.
Piştî paqijkirina kolanan, beşdarên kampanyayê dê bi koordîneya bi komînan re serdana malên gel bikin û hişyariyê li ser parastina jîngehê bikin.
hemleya wê 3 mehan berdewam bike.