LI HELEBÊ JI BO ŞEHÎD DILJÎN AZADÎ KONÊ SERSAXIYÊ HAT VEDAN
Li Helebê Ji bo gerîlaya YJA-Starê şehîd Diljîn Azadî konê sersaxiyê hate vedan, û şoza şopandina rêya tevahî şehîdan hate dayîn.
Konê sersaxiyê li Qada Şehîdan a li taxa Şêxmeqsûdê hate vedan.
di bin kon de li ser navê meclisa Malbatên şehîd, Kongra Star û malbata şehîd Diljîn Azadî axaftin hatin kirin.
Axêveran şehîd Diljîn Azadî bi bîr anîn û soza parastina destkeftiyên tevahî şehîdan dan.
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Diljîn hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.