Kanala ROJAVA TV

NADRA IBRAHÎM BI HUNERA DESTAN ÇAND Û HEBÛNA XWE DIPARÊZE

Karên destan û ristina tevn û xemlên ciwan û balkêş li bejn û şemala jinan tê. Jin bi rêya ristina tevnan hebûn û çanda xwe ya kevnar diparêzin.

Jina bi navê Nadra Ibrahîm a 45 salî ji Serêkaniya dagirkirî ye û niha li bajarê Qamişlo dimîne, ji ciwantiya xwe ve karê hunera destan.

Armanca Nadrayê parastina çand û kultura xwe û geşkirina aboriya malbata xwe ye.

Nadra Ibrahîm têkildarî karê xwe dibêje ku, wê karê destan ji dayîk û dapîrîn xwe girtiye û dixwaze zarokên xwe jî fêrî vî karî bike.

Nadra Ibrahîm di beşeke din a axaftinên xwe da zanîn ku, ew dixwaze projeya xwe berfirehtir bike û banga piştgiriyê kir.

Tevî zor, zehmetî, êrîş û zextên dagirkeriya tirk yên li dijî herêmê, jinên azadîxwaz bi hemû cureyan li ber xwe didin.

jinên ku bi sedê salan rastî bindestiyê dihatin, îroj bi saya projeya rêveberiya xweser ew zehniyeta baviksalarî derbas kirin û cihê xwe di hemû qadên jiyanê de girtin.