Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO ŞEHÎDÊN MEHÊN NÎSAN Û GULANÊ HATIN BIBÎRANÎN

Li goristana Şehîd Delîl Saroxan ya li bajarê Qamişlo 198 şehîdên her du mehên Nîsan û Gulanê bi merasîmeke girseyî hatin bibîranîn.

Di merasîmê de malbatên şehîdan nasnameyên zarokên xwe yên ku di oxira azadiyê de canê xwe gorî kirin, hilgirtin û dirûşmeyên ku pesna xweragiriya şehîdan didin, berz kirin.

Her wiha li ser navê meclisa malbatên şehîdan axaftin hate kirin û temamê cangoriyên azadiyê bi rêzdarî hatin bibîranîn.

Beşdarên merasîmê tekez kirin ku ta pêkanîna armancên şehîdan û azadiya fîzîkî ya Rêber APO em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bighînin serkeftinê.

Merasîma bîranîna şehîdên mehên Nîsan û Gulanê bi xwendina nasnameyên şehîdan û berzkirina dirûşmeyên bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd û Bê Serok Jiyan Nabe bi dawî bû.