NERAZÎBÛNÊN LI HEMBER CEZAYÊN ”DOZA KOBANÊ” BERDEWAM IN
Bi armanca berdewamkirina siyaseta qirkirinê li dijî gelê Kurd, desthilata AKP’ê û MHP’ê di 16’ê Gulanê de cezayên Giran li 108 siyasetmedarên Kurd yên ku piştgirî dan doza Kobanê, birî.
Li hember vê biryarê bertekên tund li ser asta herêmî, Kurdistanî û navneteweyî derketin pêş û ev biryar weke biryara ” li dij mirovahiyê” hat binavkirin.
Endamê Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê yê Şehbayê Welîd Dingilî diyar kir ku Tirkiyê bi vê biryara xwe da xuyakirin ku desthilata wê ber bi xetimandinê ve diçe.
Welîd Dingilî da zanîn ku biryara cezayên giran derheqê siyasetmedarên Kurd di sedsala 21’an de biryarên dûrî zagonên mirovî û aştiyê ne.
Çavdêrên siyasî dibînin ku piştî desthilata AKP’ê û MHP’ê di hilbijartinên şaredariyan de bin ket û rewatiya xwe di nava Tirkiyê winda kir, niha dixwazin bi vê biryarê Kurdan qir bikin.