LI HESEKÊ KONGRA STAR Û KOMBÛNA JINAN A ZENÛBYA DEKLARASYONA HILBIJARTINÊ AŞKERE KIRIN
Kongra Star û Kombûna Jinan Zenûbiya bi armanca danasandina namzetên hevserokatî û endamên meclisên şaredariyan, her wiha ji bo eşkerekirina deklarasayona hilbajirtinê li Parka 4’ê Nîsanê ya Hesekê şahiyek lidar xist.
Di şahiyê de axaftin li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hat kirin û tê de hat gotin ku beşdariya jinên herêmê di hilbijartinan de, wê dîrokeke nû ava bike
Di şahiyê de namzetên hevserokatiyê û endamên meclisên şaredariyan yek bi yek hatin danasandin.
Piştî danasandinê, deklarasyona hilbijartinê ya ku 19 xalan pêk tê bi herdu zimanên Kurdî û Erebî hat xwandin.