DESTEYA JÎNGEHÊ DEST BI KAMPANYA PAQIJKIRINA BENDAVA MIZGEFTÊ KIR
Desteya jîngehê ya kantona Cizîrê bi hemahengiya şaredariya Tirbespiyê û Desteya Çandiniyê dest bi kampaniya paqijkirina bendava Mizgeftê û cihên geştyarî kir.
Di kampanyayê de nêzî 100 kes ji şênî û endamên ŞaredariyaTirbespiyê û Desteya Çandiniyê beşdar bûn.
Gerînendeya Çavdêriya Jîngehê ya kantona Cizîrê diyar kir ku armanca wan ji vê kampanyayê belavkirina çanda paqijiyê û hişyarkirina gel bi armanca parastina jîngehê ji qirêjiyê ye.
Kampanya paqijkirina cihan, dê di rojên pêş de li hemû deverên geştiyariyê yên kantona Cizîrê berdewam bike.