Kanala ROJAVA TV

XELKÊN REQAYÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO DAKETIN QADAN

Tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî li Reqayê hat şermezarkirin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî bang hat kirin.

Li Reqayê bi meşeke girseyî qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan ku desthilata Tirk 6 mehên din dirêj kiriye, hate şermezarkirin.

Meşvanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelên bindest e” Hildan.

Meşê ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan dest pê kir û li Qada Jina Azad veguherî mîtîngê.
di meşê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku Cezayê ku qaşo bi navê dîsîplînê tê birîn li dijî qanûnên navneteweyî û yên navxweyî ye.

meşa girseyî ya Reqayê bi dirûşmên silavkirina Rêber Abdullah Ocalan û azadiya rêbertî ya fîzîkî bi dawî bû.