Kanala ROJAVA TV

XELKÊN REQA BANGA PARASTINA XWEZAYÊ DIKIN

bi hatina werza havînê re şênîyên kantona Reqayê di her roja betlana xwe de bi taybet roja înê berê xwe didin cihê bêhinvedanê weke gulistan, xweza, û ber çemê firatê.

lê hin kes piştî seyrana xwe xelas dikin, qirêjiya xwe davêjin derdora xwe û nava çem, ev yek jî dibe sedema nerazîbûnan.

Şêniyên kantona Reqayê ji destpêka biharê û heta havînê gelek caran derdikevin nava xwezayê û berê xwe didin ber çemê Firatê.

Lê hin cihên xwezayî ji aliyê hin ziyaretvanan ve qirêj dibin û bermahiyên xwarin û qirêja heyî davêjin derdora xwe û nava çem.

bi vê yekê re ava çem ku çavkaniya sereke ya ava vexwarinê û avdana zeviyan e , qirêj dibe û bandoreke neynî li hawirdorê bike.

Kamera Rojava tv li Reqayê serdana pira kevin kir û nêrîna welatîyan li ser girîngiya parastina xwezayê girt.

Di heman çarçoveyê de hevserokê Desteya Jîngehê di Meclisa Rêveber a Reqayê de Mihemed Nûr El-Îbrahîm bal kişand ser girîngiya parastina xwezayê bi giştî.

herêma bakur û rojhilatê sûriyê bi reng û teybetmendiyên xwe balkêş û dewlemende.
gel jî pê kêfxweşe û her berê xwe didin cihê xwezayê û avê ji bo bihêneke paqij bikşînin û bang li her kesî dikin ku jîngeha xwe biparêzin.