Kanala ROJAVA TV

ZANÎNGEHA EL-ŞERQ A REQAYÊ GELEK GAVÊN PÎROZ AVÊTINE

Zanîngeha El-Şerq ya kantona reqayê yek ji mezintirîn destkeftiyên Rêveberiya Wxeseriya demoratîk e.

Zanîngeha El-Şerq di nava 3 salan de gelek gavên mezin avêtin û di heman demê de dikarîbû bi her awayî ji xwendekaran re bibe bersiv.

Zanîngeha El-Şerq a kantona Reqayê bûye yek ji zanîngehên girîng li herêma Rêveberiya xweseriya demokratîk.

ji bo pêşxistina xwendekaran di asta zanistî û wêjeyî de rêveberiya zanîngeha el-şerq her derfet li pêşiya xwendekaran vekiriye.

zanîngeha el-şerq ya , di dawiya sala 2021an deriyê xwe li pêş hemû xwendekaran li reqa vekir.

Xwendekarên zanîngehê derbarê pêşketina asta zanistî û tevlîbûna di zanîngehê de her wiha xizmetên ku zanîngeh bo wan pêşkêşdike nirxandin û gotin pêşketineke berbiçav di zanîngehê de heye.

Hevseroka Zanîngeha El-Şerq Rena Mistefa Ebdulqader got ku ew di nava hewldanan de ne da ku tiştekî baş ji bo xwendekarên xwe pêşkêş bikin.

wekî tê zanîn ku li herêma bakur û rojhilatê sûriyê 4 zanîngehe hene.
zanîngeha Efrîn, zanîngeha Rojava, zanîgeha Kobanê û zanîngeha El-Şerq.
ev zanîngeh piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê hatin vekirin û ji destkeftiyên herî mezin ên rêveberiya xweser in.