JINÊN HERÊMÊ ROLEKE AVAKER DI SIYASET Û ABORIYÊ DE LÎSTIYE
Rêveberên jin ên Kantona Reqayê rola jin di hemû qadan de û bi taybetî di warê siyasî û aborî de nirxandin û gotin ku jinên ji hemû pêkhateyan bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ya ku hiştiye jin bibe xwedî maf û hebûn, ji lewra em ê doza azadiya hemû jinan biserbixin.
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinên ji tevahî pêkhateyan roleke avaker di hemû milan de lîstiye.
di civakê de jina ku bê deng û maf bû, îro li rex wê yekê pêşengiyeke mezin dike.
li herêma Rêveberiya xweseriya demokratîk bi yek rihî jinên ji tevahî pêkhateyan di qadên Leşkerî, Siyasî, Aborî û Rêxistinên civakî de cih girtine û bi nav û dengê wan li cîhanê vedaye.
rêveberên jin ên kantona Reqayê derbarê rola jin di milê siyasî û aborî de gotin ku jin dikare di hemû qadên jiyanê xwe bide nasîn.
Rêvebrên jin gotin, dema ku hemû derfet ji jinan re bê dayîn ku beşdar bibin, wê demê ew ê bibin xwedî derfetek mezintir ji bo çareserkirina krîza Sûriyê.
Bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê re jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengî di her qadên jiyanî û civakî de kir.