Kanala ROJAVA TV

LI HELEBÊ EZMÛNÊN DAWIYA SALÊ BERDEWAM DIKIN

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê helebê, ezmûnên dawiya sala xwendinê ya 2023-2024 bi awayekî serkeftî berdewam dikin.
Ji 4 rojan ve, li sernaserî dibistanên her du taxên navborî, proseya ezmûnan bi awyekî rêkûpêk tê meşandin
Tevî hemû rewşên zehmet ên ku tax tê re derbas dibe ji ber dorpêça Hikumeta Şamê, xwendekar xwe ji bo ezmûnan amade kirine û berê xwe didin dibistanan
Proseya pêşkêşkirina ezmûnan, ji çend rojan ve li tevahî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê dest pê kiriye û pêl bi pêl xwendekar derbasî daniştekên ezmûnê dibin.