Kanala ROJAVA TV

HEVBENDIYA “BI HEV RE JI BO ÇÊTIRÎN RAJE” BERNAMEYA XWE YA HILBIJARTINAN AŞKERE KIR

5 partî û tevgerên siyasî yên ku dê bi tifaqeke hevbeş beşdarî hilbijartinan bibin, navê hevbendî û bernameya xwe aşkere kirin.
Partiya Kesk a Demokratîk, Tevgera Nûjen a Kurdistanê, Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Biratî ya Kurdistanê û Yekitiya Karkerên Kurdistanê bi hevbendiya bi navê “Bi hev re ji bo çêtirîn raje” dê beşdarî hilbijartinên şaredariyan bibin.
Hevbendiyê îro bi daxuyaniyeke hevbeş ragihand ku, Projeya Rêveberiya Xweser projeyeke demokratîk e ku mafê hemû pêkhateyên herêmê bi rengekî wekhev digre dest.
Her wiha diyar kir ku, weke tifaq dê bi hemû hêza xwe ji bo baştirkirina rewşa herêmê û serxistina proseya hilbijartinan, kar bikin.
Hevbendiya Bi hev re ji bo çêtirîn raje bang li welatiyan kir ku roja 11’ê Hezîranê biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.