Kanala ROJAVA TV

SIYASETMEDARÊN REQAYÊ CEZAYÊN LI DIJÎ SIYASETMEDARÊN ‘DOZA KOBANÊ’ ŞERMEZAR KIRIN

Endamê meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Îyad Xetîb diyar dike ku, dewleta Tirk bi cezakirina siyasetmedarên Doza Kobanê li dijî pîvanên azadî û demokrasiyê tevdigere.
Her wiha endamê PYD’ê yê Reqayê Menaf El Ebid jî got, kiryarên dewleta Tirk a dagirker dê ti carî hêza wan a têkoşîn û berxwedanê qels nekin. Nerazîbûnên li hember cezayên dewleta Tirk ên li dijî siyasetmedarên Doza Kobanê her ku diçin zêdetir dibin.

Siyasetmedarên Reqayê ku ji nêzîk ve pêvajoyê dişopînin, diyar dikin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze doza rewa ya gelên azadîxwaz têk bibe.

Endamê meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Îyad Xetîb diyar dike ku, dewleta Tirk li dijî pîvanên azadî û demokrasiyê tevdigere.

Her wiha endamê PYD’ê yê Reqayê Menaf El Ebid jî got, kiryarên dewleta Tirk a dagirker dê ti carî hêza wan a têkoşîn û berxwedanê qels nekin.

Roja pêncşema borî, dadgeha Tirkiyê bi fermana desthilata faşîst ya AKP- MHP’ê cezayên giran ên zindanîkirinê li dijî siyasetmedarên Doza Kobanê birî.

Doza Kobanê yek ji dozên giring ên Kurdistanî ye û li seranserî cîhanê deng vedaye.