JI BO DANASÎNA TEVGERA AZADIYÊ LI QAMIŞLO WÊNEYÊN RENGÎN TÊN XÊZKIRIN
Di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo Azadiya Rêber APO de, li ser dîwarê lîstikgeha 12’ê adarê ya bajarê Qamişlo wêneyên Rêber APO û tevgera azadiyê tên xêzkirin.
Xebatên xêzkirina wêneyan bi sponseriya TEV- ÇAND’ê tên lidarxistin û biryar e li seranserî Herêmê bêne sazkirin.
Ev dîmenên ciwan ên xêzkirina wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û sembolên tevgera azadiyê li ser dîwarê lîstikgeha 12’ê adarê ya bajarê Qamişlo ne.
Xebatên xêzkirina wêneyan di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo Azadiya Rêber APO û bi sponseriya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê, bi rê ve diçin.
Şêwekar Mîlad Ebedî ku bi rîş û keda xwe ya herikbar tabloyên rengîn xêz dike, ji Rojava TV re behsa hestên xwe û pêşwazîkirina welatiyan dike.
Hevseroka TEV- ÇAND’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sûmeye Mihemed got, armanca wan belavkirina dîroka Rêbertî û tevgera azadiyê ye.
Biryar e piştî bajarê Qamişlo, li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên weha bên rêkxistinkirin. Di wê çarçoveyê de pêngava cîhanî ya ji bo azadiya rêbertî her ku diçe mezintir dibe.