Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER XEBATÊN GIHANDINA AVÊ BO BAJARÊ HESEKÊ BERDEWAM DIKE

Projeyê gihandina avê ji bo bajarê Hesekê ji xalên sereke ye, ku Rêveberiya Xweser li ser kar dike.
Di vê derbarê de, Hevserokê Rêveberiya Xwecihî li kantona Cizîrê Silêman Ereb ji ROJAVA TV re axivî û hin hûrgiliyên projeya gihandina avê aşkere kirin.

Dagirkirina Tirkiyê ji Serêkaniyê re, herêm bi tevahî anî beramberî krîzeke mezin û bû sedem zêdetirî milyon û nîvek welatî ji avê bê par bibin.

Ji wê kêliyê ve, Gihandina avê bo bajarê Hesekê bû yek ji girîngtrîn mijarên ku Rêveberiya Xweser li ser kar dike.

Hevserokê Rêveberiya Xwecihî li kantona Cizîrê Silêman Ereb derbarî projeyên alternatîv yên gihandina avê bo Hesekê, ji Rojava TV re axivî û hin hûrgilî dan aşkere kirin.

Her wiha tekez kir ku proje ji gelek astengiyan derbas bû û bû sedema paşxistina wê, û ya herî girîng ji van astengiyan êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ne ku navendên xizmetguzarîyê hedef digirt.

Rêveberibya Xweser bi xurtanî piştgirî dide cîbicîkirina vê projeyê û gihandina avê ji bo şêniyên bajarê Hesekê.
Rêveberiya Xweser tekez kir ku ew ê di sala 2024an de vê pirojeyê temam bike û dawîyê li vê pirsgirêkê bîne