Kanala ROJAVA TV

AKADEMIYÊN CIVAKA DEMOKRATÎK LI KOBANÊ DEWREYEKE NÛ VEKIRIYE

li bajarê kobanê Akademîyên Civak Demokratîk dewreyeke perwerdeyê ji bo enmadên di sazî û dezgehên rêvebriya xweseriya demokratîk ya kantona firatê de dixebitin, vekirîye.

19 kes bi armanca pêşxistina civaka bi exlaq û zana tevlî perwerdeyê bûne.

Ji bo avakirina civakeke bi exlaq û zane perwerde girîng e, ji ber ku civaka perwerdekirî xwedî çand û exlaq e.

Di heman demê de ji bo ku mirov xwe nas bike, pêwîstiya wî bi dîrok û zanistê heye.

îro jî ev yek li herêma rêvebriya xweseriya demokratîk pêk tê.

Akademîyên Civaka Demokratîk û Kongra Star ji bo perwerdekirina civakê di nava hewldanan de ne û gelek dewreyên perwerdeyê ji rêveberî, endam û gelê xwe re vedikin.

li kantona firatê jî bi taybet li bajarê kobanê akademîyên civaka demokratîk dewreyek bi navê Şehîd Kendal Botan vekiriye.

ji 16’ê vê mehê ve dewreya perwerdeyê dest pê kir û 19 endam ji sazî û dezgehên rêveberiya xweser ya kantona firatê tevlî bûn.

beşdarên perwerdehiyê behsa tevlîbûna xwe ji dewreyên perwerdeyên re û girîngiya perwerdeyê dikin.

Rêvebirê Akademîya Civaka Demokratîk ya Firatê Muslim Murad jî behsa vekrina dewreyê kir û got gelek waneyên îdeolojî, siyasî û avakirina kesayetî tên dayîn.

di hundirê şoreşa rojavayê kurdistanê de gelek şoreşên din jî hatin destpêkirin û pêşxistin.
mînaka wê jî şoreşa ziman û perwerdehiyê ye ku ji destpêka şoreşê ve û ta niha roj bi roj geştir û mezintir dibe.