CIWANÊN KOBANÊ FERZKIRINA CEZAYÊN LI DIJÎ RÊBERTÎ ŞERMEZAR KIRIN
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên kantona Firatê ji bo şermezarkirina cezayên dîsplînê yên li dijî Rêber APO, meşek li dar xistin.
bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger, daketin qadan û meşeke meşaleyan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin.
Ciwanan bê navber dirûşmeyên Bi can bi xwîn em bi te re ne ey serok, bijî berxwedana Îmraliyê berz kirin.
Di meşê de axaftin hatin kirin û soza domandina berxwedan û têkoşînê hat dayîn.
Her wiha meşvanan tekez kirin ku ew ê azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin.
Meş bi dirûşmeya” Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.