Kanala ROJAVA TV

XELKÊN QAMIŞLO BANGA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO DIKIN

Dewleta Tirk a faşîst tecrîda li dijî Rêber APO girantir dike û 3 sal in bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên girtin.

gelên azadîxwaz jî li hember tecrîdê bi hêrs in û daxwaz dikin ku di demeke nêz de agahiyekê ji Rêber APO bigrin.

têkildarî tecrîda girankirî ya li dijî Rêbertî, xelkên Qamişlo destnîşan kirin ku, pêwîst e aliyên peywendîdar li hemberî tecrîdê bibin bersiv û helwesteke cidî bigrin.

Ji aliyê xwe ve Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mehyedîn Hesen jî da zanîn ku, fikir û ramanên Rêber APO li tevahiya cîhanê belav bûye.

Tevî ku her heftiyê 2 caran parêzerên Rêber APO ji bo hevdîtinê Serlêdanan dikin, lê Mafê hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan bi malbat û parêzeran re bi hincetên cezayên disiplînê tên astengkirin.