Kanala ROJAVA TV

MECLISA JIN A SÛRIYÊ KONGREYA XWE YA 2’EMÎN LI DAR XIST

Meclisa Jin a Sûriyeyê li Helebê 2’yemîn Kongreya xwe li dar xist .
di kongreyê de tekezî li ser avakirina civakeke demokratîk, exlaqî û ekolojîk ku azadiya jin û çareseriya qeyrana li Sûriyeyê hate kirin.

Meclisa Jinan a Sûriyeyê li Helebê 2’yemîn Kongreya xwe di bin durşma Di Sûriyeke nenavnedî û yekgirtî de, bi yekitiya jinan em ê dawî li şer bînin û aştiyê ava bikin” li dar xist .

Kongre bi beşdariya 250 delegeyî li hola Cizîrê ya li taxa Şêmeqsûd a Helebê tê lidarxistin.

Kongre bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir û tê de Axaftinên hevpar hatin kirin, li kêleka wê jî Bi rêya bernameya “Zoom” ê kesayetên jin ên ji derve beşdar bûn .

her wiha sînevizyonek têkildarî rewşa jinan, rola meclisê di sivikkirina zehmetiyan û misogerkirina azadiya jinan de hate pêşandan .

di sala 2017 an de meclisa jinan a sûriyê hate damezrandin, armanca sereke ya meclisê bidestxistina mafên jinan di hemû qadan de de ye .