Kanala ROJAVA TV

LI ZANÎNGEHA ROJAVA FESTÎVALA 2’EMÎN A BIHARÊ HAT LIDARXISTIN

Xwendekarên zanîngeha Rojava Festîvala Biharê ya 2’yemîn li dar xistin û tê de berhemên xwe pêşkêş dikin.

Armanca festîvalê bilindkirina moralên xwendekaran û geşkirina behreyên wan e.

Xwendekarên ku bi berhem û behreyên xwe beşdarî festîvalê bûne, diyar dikin ku festîvalên weha ji bo berzkirina asta xwendinê dibin faktorên handanê.

Xwendekarên zanîngeha Rojava ne, xebatên 2’emîn festîvala Biharê ku dê heyama 2 rojan dewam bike, bi rê ve dibin.

Festîval bi sponseriya Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava bi rê ve diçe û tê de çalakiyên çandî, helbest, stran, pêşbirk û xwarinên gelêrî têne pêşandan.

Xwendekaran bi eşqeke mezin berê xwe dan avahiya zanîngehê û beşdarî festîvala Biharê bûn.

Cîgira hevserokatiya meclisa xwendekaran a Zanîngeha Rojava Evîn Ehmed ji Rojava TV re behsa bernameya festîvalê dike.

Xwendekarên ku bi berhem û behreyên xwe beşdarî festîvalê bûne, diyar dikin ku festîvalên weha ji bo berzkirina asta xwendinê dibin faktorên handanê.

Ji bo yekem car sala derbasbûyî festîvala Biharê li zanîngeha Rojava hate lidarxistin. Festîvala îsal jî dê sibe bi çalakiyên cuda û belavkirina xelatan bi dawî bibe.