BI HATINA ROJÊN ÇINÎNÊ RE ŞÊNÎ JI ZÊDEBÛNA ŞEWATAN DITIRSIN
Ji ber zêdebûna êrîşên dewleta Tirk û şewtandina zeviyên çandiniyê, şêniyên herêmê bi fikar in.
Şênî tekez dikin ku dewleta tirk rasterast derbara jiyan wan dike armanc.
Li herêma Bakur û Rojhiltê Sûriyê pêvajoya berhevkirina berhemên çandiniyê dest pê kiriye, ku cotkar bi rêya wê debara jiyana xwe dikin.
Lê tirsa cotkaran ji derketina rewşên şewatê ye. Bi taybetî ku li herêmên sînorî çeteyên dewleta Tirk agir bi zeviyên cotkaran dixin.
Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Minbicê Xalid El-Oso got bi pêşbîniya zerer û ziyanên zeviyên çandiniyê, Komîteya Çandinî û Avdaniyê bi Meclîsa Rêveber re civînek li dar xist û şaneya krîzê ava kir.
Her weha welatiyê bi navê Ehmed El-Casim destnîşan kir ku çandinî bingeha jiyanê ye û berdewamiya êrîşa Tirkiyeyê ya li ser zeviyên çandiniyê gefê li berhema sivîlan dike.