GRÛPEKE NÛ JI AKADEMIYA ŞEHÎD EBDILEZÎZ EL ÎSA YA BÎRDOZÎ DER ÇÛN
Piştî mehek ji perwerdeyê, hejmareke nû ji endamên sazî û desteyên Rêveberiya Xweser, ji akademiya Şehîd Ebdilezîz El îsa der çûn.
33 endamên deste û saziyên Rêveberiya Xweser ji bo wergirtina waneyên bîrdozî û ramyarî beşdarî perwerdeyê bûn.
Navenda Şehîd Ebdilezîz El îsa li Reqayê ye û bi awayekî berdewam endamên Rêveberiya Xweser beşdarî perwerdeyê dibin.
Perwerdeya ku derdora mehekê dewam kir, tê de waneyên li ser dîroka mirovahiyê, dîroka jinê, paradîgmaya neteweya demokratîk û çawaniya rêveberiya rast hatin pêşkêşkirin.
Piştî bidawîbûna perwerdeyê, beşdar bi rêûresmekê der çûn.
Di merasîma derçûnê de axaftin hatin kirin û hêviya serkeftinê bo xebatkaran hate xwestin.