Kanala ROJAVA TV

KOMBENDA EFRÎNÊ YA CIVAKÎ NAVENDEKE XWE LI REQAYÊ VEKIR

Bi armanca birêxistinkirin û xizmetkirina xelkên Efrînê yên ku bi darê zorê ji bajarê xwe koçber bûne, Kombenda Efrîn a Civakî navendeke xwe li kantona Reqayê vekir
Li gel xizmetkirina koçberan, kombend bi eşkerekirina binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelê Efrînê, di nav de kuştin, revandin û îşkencekirina sivîlan û guhertina demografiya Efrînê radibe
Kombenda Efrînê ya Civakî di sala 2021’an de yekemîn navenda xwe li bajarê Qamişlo vekir.