Kanala ROJAVA TV

CIWANÊN CIZÎRÊ LI DIJÎ TECRÎD Û ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ DAKETIN QADAN

Ciwanên kantona Cizîrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO û êrîşên li dijî Kurdistanê li bajarê Qamişlo meşeke girseyî li dar xistin.
Di meşê de ciwanan tekezî li ser mezinkirina asta berxwedanî û têkoşînê kirin.

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO, meşeke girseyî li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Meş bi sponseriya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan û bi beşdariya hezaran pêkhateyên kantona Cizîrê bi rê ve çû.

Meşê bi berzkirina dirûşmeyên Bê Serok Jiyan Nabe û bijî berxwedana gerîlayan, ji pêşiya navenda Çand û Hunerê dest pê kir û li pêşiya goristana Şehîd Delîl Saroxan veguherî mitîngê.

Li wir axaftin hatin kirin û tekezî li ser mezinkririna asta berxwedaniyê hate kirin.

Beşdarên meşê tekez kirin ku ew ê bi azadkirina Rêber APO têkoşîna xwe bighînin serkeftinê.

Xwepêşandana Tevgera Ciwanan û Yekîtiya jinên ciwan bi berzkirina dirûşmeyên tolhildan û mezinkirina asta berxwedaniyê bi dawî bû.