Kanala ROJAVA TV

DESTEYA CIWAN Û WERZÎŞÊ YA REQAYÊ PANELEK JI CIWANAN RE LI DAR XIST

Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Reqayê paneleke diyalogê bi dirûşmeya “Bi ramana Rêberê azad em ê jiyana azad ava bikin” li dar xist.

Panel li hola Meclîsa Rêveber a kantona Reqayê li dar ket û tê de de endamên Desteya Ciwan û Werzîşê û nûnerên Desteya Tenduristî, Aborî û Jîngehê amade bûn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre perspektivên Rêber APO hatin xwendin û sînevizyonek li ser jiyana rêbertî hate pêşandan.

Panel bi gelek encaman bi dawî bû ji wan; xurtkirina xebatên pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, lidarxistina bernameyên kar ji bo ciwanan, têkoşîna li dijî bêkariyê û lidarxistina kampanyayên kontrlokirina narkotîkê.