HILBIJARTINÊN NAVXWEYÎ YÊN KONGRA STAR Û PYD’Ê BI DAWÎ DIBIN
Hilbijartinên navxweyî yên Kongra Star, PYD’ê, Partiya Sûriya Pêşerojê û Kombûna Jinan a Zenûbyayê li Şehba û Minbicê bi dawî bûn.
Piştî bidawîbûna proseya dengdanê navên namzetên hevşaredariyê hatin aşkerekirin.
Namzetên destnîşankirî dê li ser lîsteya her du aliyan beşdarî hilbijartinên 30’ê gulanê bibin.
Kêmtirî mehekê ji bo lidarxistina hilbijartinên giştî yên şaredariyan ku biryar e 30’ê gulanê bêne pêkanîn, mane.
Tifaqa Kongra Star û PYD’ê jî di wê çarçoveyê de hilbijartinên navxweyî li dar dixe û namzetên xwe destnîşan dike.
Li kantona Şehbayê jî proseya hilbijartinên navxweyî yên Kongra Star û PYD’ê bi dawî bûn.
Her du aliyan bi daxuyaniyeke hevbeş navên namzetên xwe aşkere kirin.
Bi heman awayî Partiya Sûriya Pêşerojê û Kombûna Jinan a Zenûbyayê jî hilbijartinên navxweyî li kantona Minbicê li dar xistin.
Piştî bidawîbûna proseya dengdanê her du aliyan navên namzetên xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê aşkere kirin.
Li gorî daxuyaniyê Bêrîvan Derwêş û Mehmûd Deyab weke namzetên hevşaredariyê yên Minbicê hatine destnîşankirin.
Hilbijartinên navxweyî yên Kongra Star, PYD’ê, Partiya Sûriya Pêşerojê û Kombûna Jinan a Zenûbyayê ber bi dawiyê ve diçin. Piştre dê navên namzetan bo komîseriya bilind a hilbijartinan werin şandin, da ku beşdarî hilbijartinên 30’ê Gulanê bibin.