126 SAL DI SER ROJA ROJNAMEGERIYA KURDÎ RE DERBAS DIBIN
Rojnamevanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyê Roja Rojnemegeriya Kurdî pîroz kirin û gotin divê hemû rojnemevan li hember siyaseta dijim ya qirêj û dagirkeriyê di heman demê ji bo rastiya civaka xwedî rol û mîsyon bin.
Di 22’ê nîsana sala 1898’an de Malbata Bedirxan cara yekemîn li Qahîreya Paytexta Misrê rojnameyeke Kurdî ya bi navê “Kurdistanê” derxist.
Rojnameya Kurdistanê bû bingehê rojnemegeriya Kurdî û jinan jî di ragihandina Kurdî de roleke sereke lîstin.
Jina Kurd di hemû qadan de xwedî rol û misyonên pêşengiyê ye û di qada çapemeniyê de jî xwe rêxistin kiriye, televzyon, ajans û radyoyên xweser vekiriye.
Bi boneya Roja Rojnemegeriya kurdî, rojnamevanên herêmê ji ROJAVA TV re aivîn û gotin ku Roja Rojnameya Kurdî ji bo gelê kurd bi wate ye.
Her wiha rojnamevanan bal kişandin li ser girîngiya roja rojnamegeriya kurdî û gotin, divê rojnamevanên Kurd her dem bibin dengê heqîqet û rastiyê.
Ji destpêkirina roja rojnamegeriya kurdî ta îroj li her çar parçeyên kurdisatanê bi sedan rojnamevanên kurd ji bo derxistina rastîya civakê û rûyê dagirkerîyê gulîmor û xurtên vî welatî canê xwe fedan kirin, û bi sedan hatin birîndarkirin û dîlgirtin.
ji lewra jî dildarên doza rastî û heqêqetê li dû şopa pênûs û kamîreyên hevalên xwe yên şehîd in.