KOMSERIYA BILIND A HILBIJARTINAN JI BERHEMÊN HEVPEYMANA CIVAKÎ NE
EBLA XELÎL - ENDAMA KOMSERIYA BILIND YA HILBIJARTINAN
Hevpeymana civakî ya ku di dawiya sala bûrî de hatiye erêkirin, bi xwe re gelek sazî, komîte û nivîsgehên nû dan avakirin, da ku karibe li gorî daxawzên herêmê bi erka xwe rabe.
Ji nav van saziyan Komseriya Bilind ya Hilbijartinan hate damezirandin da ku hilbijartinên demokrat li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidarbixe.
Endama Komseriya Bilind ya Hilbijartinan Ebla Xelîl ji Rojava Tv re behsa armanca komîseriyê kir û karê wê şîrove kir.
Ebla Xelîl destnîşankir ku komserî bajarê Reqayê navend ji xwe re digre û dê di demên pêş de navend û komîteyên cuda li hemû herêmên din vekin.
Komseriya Bilind ya Hilbijartinan di 28ê Sibata îsal de, piştî erêkirina Meclisa Gelan a Demokratîk hate damezirandin.
Yekemîn erkên ku divê ev komserî pê rabe hibijartinên şaredariyên gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.