ÊZDIYÊN EFRÎNÊ AMADEKARIYÊN CEJNA ÇARŞEMA SOR DIKIN
Êzdiyên Efrînê ku ji ber êrîşên dagirkeriyê Koçberî kantona Şehabyê bûne, amadekariyên Cejna Çarşema Sor dikin .
Êzdiyên Efrînê cejna çarşema sor li gel pîroz kirin û hêviya vegera li Efrînê kirin .
Çarşema yekemîn a meha Nîsanê li gorî salnameya kurdî, wek cejna êzidiyan û sersala êzidî tê hesibandin. Ev cejn di demsala biharê de ye.
Êzidyên Efrînê ku ji ber êrîşên dagirkeriyê Koçberî kantona Şehabyê bûne, amadekariyên Cejna Çarşema Sor dikin .
Êzidiyên Efrînê cejna çarşema sor li gel pîroz kirin û hêviya vegera li Efrînê kirin .
Her wiha Êzidyan destnîşan kirin ku civaka êzidî her sal cejna Çarşema Sor pîroz dike û wê wekî destpêka jiyanê û hatina biharê dibîne.
Li gorî baweriya êzdatiyê, 17 ê Nîsanê gerdûn bi tarîtî û mijê, erd jî bi qeşayê girtî bû.
Xweda di roja çarşemê de ‘Tawûsê Melek’ bi rengê Tawûs şand ser erdê ku ava bike û jiyanê lê biafirîne.