KOMSERIYA HILBIJARTINAN DEST BI WERGIRTINA BELGEYÊN NAMZATAN DIKE
30’ê meha gulanê, dê li herêma bakur û rojhilatê sûriyê hilbijartinên şaredariyên gel werin lidarxistin
di vê derbarê de hevserokê Komseriya Bilind a Hilbijartinan Hisên El-Şêx ji Rojava TV re axivî û amadekariyên van hilbijartina parve kir.
Li gorî Hevpeymana civakî di dawiya meha Gulanê de hilbijartinên şaredariyên gel ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê dike.
Di vê derbarê de hevserokê Komseriya Bilind a Hilbijartinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên El-Şêx ji Rojava TV re ragihand ku amadekariya hilbijartinan li herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê bi awayekî baş têne kirin.
Hisên El-Şêx diyar kir ku awayê pêşwaziya belgeyên namzatan ji aliyê partiyên siyasî ve ji yên serbixwe cudatir e.
Komiseriya Bilind a Hilbijartinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 28ê meha Sibata îsal de li gorî hevpeymana civakî hat avakirin.